KurdFM Radyo Fed-Gel
Radyo weke projeyekê ya Federasyona Gelên Kurdistanî ya Eyaleta Baden würtemberga Almanyayê hatiye amadekirin.
Di serdema dîjîtal û globalbûnê de, parastina çand û zimanê dayikê ji bo civakan wekî nefesgirtinê girîng e. Nexasim ji bo Kurdên ku li xerîbiyê li welatên Ewropayê dijîn, hebûna saziyên medyayê yên bi zimanê Kurdî dibe pireke xurt di navbera welat û xerîbiyê de. Radyoya KurdFM, bingeha xwe li dilê Kurdên Ewropayê girtiye, bi vê hişmendiyê û bi daxwaza xizmetkirina çanda û zimanê Kurdî Roja Cejna Zimanê Kurdî (15.05.2026/15:15) dest bi weşana xwe kiriye.
Armanca me ya sereke ne tenê weşandina muzîkê ye; em dixwazin bibin degê civaka xwe ya li diyasporayê. Di weşanên me de, cih ji her rengê hunera Kurdî re heye. Em bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî weşanê bikin da ku her Kurdek li kîjan parçeyî be, xwe di nav weşanên me de bibîne.
Radyoya KurdFM dibistana ziman e. Di bernameyên me yên çandî û hunerî de, em giranî didin ser bikaranîna zimanekî zelal û dewlemend. Ji bo zarok û ciwanên ku li Ewropayê mezin dibin ji zimanê xwe dûr dikevin, radyoya me dibe derfetek ku ew guh bidin çîrok, metelok û dîroka gelê xwe. Di warê nûçeyan de jî, em her dem bi çavê civaka xwe li geşedanên cîhanê û yên Kurdistanê dinêrin û nûçeyên rast û bealî dighînin guhdarên xwe.
Bi saya teknolojiya îroyîn, radyoya me bi rêya înternet û sepanên mobîl li her derê cîhanê tê guhdarkirin. Lê armanceke me jî, em demên pêş de ger guhdarvanî û piştevanî hebe weşana xwe bi înternetê re li ser frekansên antenê jî bikin. Helbet di pêkanîna vê armancê de xala sereke û diyarker lêxwedîderketina gelê me ye. Werin em bi hev re çand û zimanê xwe li xerîbiyê zindî bihêlin û dengê Kurdî li asîmanê Ewropayê bilind bikin.
Em hêvîdarin hemû Kurd û heskiriyên Kurdî li Radyoya XWE xwedî derkevin.
Rêveberiya KurdFM Radyo Fed-Gel